Mûrat Karayilan şehîdên Rojava bi bîr anî û got, “Ev şehîd nirxên gel e. Şoreşa Rojava berhema şehîdan e. Wezîfeya me, wezîfeya welatparêzan, wezîfeya malbatên şehîdan parastina nirxên şehîdan e.”
Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan li ser şehîdên Rojava axivî ku di dem û herêmên cuda de li nava refên têkoşîna azadiyê şehîd bûn. Peyama Mûrat Karayilan bi vî rengî ye:
“Şehîdên me yên hêja yên ku em li Rojavayê Kurdistanê bîranîna wan li dar dixin, bi rêzdarî û hurmetê bi bîr tînin. Em hemûyan di şexsê şehîd Çavreş Dêrsim, Amargî Kobanî û hevala me Dildar de bi rêzdarî û hurmetê bi bîr tînin. Soza xwe ya ji bo wan em careke din dubare dikin.
Çavkanî: ANF Kurmancî