13 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Kariane Westrheim: Çareseriya demokratîk a meseleya Kurd bi kêrî civaka Tirkiyeyê jî

Prof. Kariane Westrheim diyar kir ku sernavê herî krîtîk ê konferansa li Parlamenta Ewropayê pêvajoya li Tirkiyeyê ye û got, “Çareseriya demokratîk a meseleya Kurd wê bi kêrî gelê urd û civaka Tirkiyeyê bê.”

Ji Zanîngeha Bergen a Norweçê Prof. Kariane Westrheim rojeva Konferansa Kurd a 20’emîn û sedemên konferansê ku wê 14-15’ê Cotmehê li Parlamentoya Ewropayê were lidarxistin, nirxand. Kariane Westrheim diyar kir ku yek ji sernavên girîng ê rojeva konferansê wê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê be.

Seroka Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê ya Ewropa (EUTCC) Kariane Westrheim diyar kir ku ev salên dirêje ekîbeke wan a xurt heye ku meseleya Kurd di rojeva navneteweyî de digirin û got, meseleya Kurd di heman demê de meseleyeke ku Ewropayê jî eleqeder dike.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse