Karwanê 6’an ê koçberên Serêkaniyê ku ji 640 malbatan pêk tê, berê xwe da warê xwe.
Karwanê şeşemîn ê koçberên Serêkaniyê ya ku ji koçberên ku li Kampa Newroz û Kampa Waşûkanî diman pêk tê, berê xwe da gundewarên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê.
Karwan ji 640 malbatan (4 hezar û 54 kes) pêk tê, ji wan 283 malbat (hezar û 526 kes) ji Kampa Newroz û 359 malbat (2 hezar û 528) ji Kampa Waşûkanî derketin.
Çavkanî: ANF Kurmancî