KCK’ê got, “Di sala 29’an a komployê de wezîfeya me ye ku em li her qadê têkoşînê bilind bikin, Rêber Apo û gelê Kurd azad bikin. Sala 29’an banga bilindkirina têkoşînê li gelê Kurd, dostên wê û hêzên demokrasiyê dike.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Em hemû hêzên siyasî yên di komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo de cih girtine, bi tundî şermezar dikin. Em şehîdên berxwedana ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ ên ku li dijî vê komployê ji agir barîkat çêkirin, bi minet û rêzdarî bi bîr tînin.”
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt jî hate gotin, “Komplogerên navneteweyî xwestin Rêber Apo tasfiye bikin. Ku Rêber Apo dixwest qedera Rojhilata Navîn a di sedsalên dawî de di nava tarîtiyê de, biguhere. Rêber Apo polîtîkaya çareserkirina pirsgirêka Kurd a li ser esasê xwişk-biratiya gelan û demokrasiyê dimeşand. Têkoşîna di vî alî de li welatên ku Kurdistanê di bin desthilatdariya xwe de digirin, geşedanên girîng çêdikir. Vê rewşê kesên ku dixwazin Kurdistanê 4 parçe bikin û li Rojhilata Navîn hegemonyaya xwe bidomînin, tirsand. Tevgera Azadiyê ya Kurd bi pêşengtiya Rêber Apo li tevahiya Rojhilata Navîn hevkarî lewaz kir, hêzên navneteweyî ev yek ji bo hegemonyaya xwe weke xeteriyeke mezin dîtin û komployeke li cîhanê mîna wê nehatî dîtin, pêş xistin.
Çavkanî: ANF Kurmancî