Jinên li gundê Dercalê yê navçeya Hezro ya Amedê kevneşopiya mehsereyê dewam dikin.
Bi hewa sar re li gundan mirov çûn ser mehsereyê. Li nava rezên ku ji ber krîza avhewayê û ziwabûnê tirî kêm bûye, ji bo amadekariya ji zivistanê re tirî tê komkirin. Amadekariyên ku bi taybetî li Mêrdîn û Amedê bi rêbazên kevneşop têne kirin, bi rojan dewam dike. Di nava vê demê de keda herî mezin a jinê ye.
Şêniyên Hezroyê anîn ziman ku ji ber kêmbûna berhemdariyê li gorî par dims kêmtir bûye û gotin, barana ku dema dawî bariya zerar da tirî.
Çavkanî: ANF Kurmancî