Endama Akademiya Jineolojiyê Kira Legerhausen ku beşdarî Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê bû, anî ziman ku divê karên 12 sal in li Ewropayê hatine meşandin jinûve bêne nirxandin û got, “Em ketin nava pêvajoyeke nû ya avakirin, guherîn û veguherînê.”
Ji beşdarên konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê ya bi rojeva “Di avakirina jiyana komînal û demokratîk de rola Jineolojiyê” li bajarê Haelen ê Hollandayê hate lidarxistin, endama Akademiya Jineolojiyê Kira Legerhausen tecrûbeya 12 salan a Jineolojiyê ya li Ewropayê, nîqaşên li konferansê û armancên serdema nû ji ANF’ê re nirxand.
Kira Legerhausen ku ji Elmanyayê beşdarî konferansê bû, anî ziman ku karên Jineolojiyê yên li Ewropayê gihîştiye qonaxeke nû û diyar kir ku di vê rêbazên heta niha, lêkolîn û şêweyê rêxistinbûnê jinûve bêne nirxandin.
Çavkanî: ANF Kurmancî