8 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Kitêbek Nû: Me Çi Xwend Çi Nexwend

Pall Weşanê li ser “xwendinê” kitêbeke kolektîf weşand. Amadekara kitêbê Fahriye
Adsay e û ji bilî wê 12 nivîskarên kurd ên ji deverên cuda li ser tecrubeyên xwe yên
“xwendin” û “ne-xwendin”ê nivîsîn. Nivîskarên kitêbê Asya Xerzan, Beyar Bavî,
Çidem Baran, Fatma Savci, Ferzan Şêr, Fırat Aydınkaya, Haşim Ahmedzade, Jana
Seyda, Perwîz Cîhanî, Receb Dildar, Ruşen Arslan û Ümit Fırat in.
“Me Çi Xwend Çi Nexwend” kitêba sêyem a rêza “hûrgilî”yê ye. Berî vê “Trêna li
Sstasyona Xwe Digere” û “Çi Şên e Qehwexaneya Bajêr” ji vê rêzê derketibûn.

Nivîsa paşbergê:
Dema em behsa tecrubeyên xwe yên xwendinê dikin, em behsa dîroka xwe ya nêz jî
dikin wek parçeyek ji dîroka sosyolojiya me ya xwendinê û parçeyek ji epîstemolojiya
me. Bi vê behsê re em li pey xwe vedigerin û li ser xwendinên xwe difikirin, wan
dinirxînin.
Ev xebat vexwendinnameyek e jî ku em xwe bêhtir bikin mijara nivîs, fikirîn û
nirxandinê; belkî bikarin mihasebeyekê bikin di ser xwendinên xwe re; ya giringtir,
hev nas bikin, dawa xwe ji hev re vekin. Em bi hev re binêrin ka xwendinê û kitêban
çi dane me, çi ji me birine. Dibe ku mihasebeyeke kolektîf a jidil û semîmî ya li ser
xwendin û ne-xwendinên me yên nexasim 60-70 salên dawî bibe bingeha zemîneke
nû ya nîqaş, fikir û şiroveyên nû. Xwendin çiqas parçeyek ji jiyana me be, rûbirûbûna
bi xwendinên xwe re dibe ku rêyên nû veke li ber me. Tu rê venebe jî, qet nebe
dikare şiyana me ya fikirînê xurttir bike, kaniyên me yên fikrî yên xetimî veke.

Fahriye Adsay
Ji Dêrika Çiyayê Mazî ya bi ser Mêrdînê ve ye. Lîsansa xwe di Beşa Dîrokê ya
Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTÜ, Enqere) de xwendiye. Li Zanîngeha
Mêrdîn Artukluyê di beşa ziman û edebiyata kurdî de, li Zanîngeha Dicleyê ya
Diyarbekirê di beşa sosyolojiyê de master kiriye. Kitêba wê Yezidi Kadınlar, Kültürel
Sınırların Edilgen Muhafızları di 2014an de ji nav weşanxaneya Avestayê derket.
Edîtora kovara Zaremayê ye (blog.kovarazarema.com). Ji 2013an vir ve ji îngilîzî bi
dehan kitêb û meqale wergerandine ser tirkî û kurdî.

Çavkanî: Çandname

Leave a Comment