18 Ekim 2026, Pazar
Nûçe

KJK’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir: Li hemberî darvekirinê bêdeng nemînin

KJK’ê biryara darvekirinê ku cara duyem ji bo Werîşe Muradî hatiye dayîn şermezar kir û got, “Em bang tevahî jinên azadîxwaz û raya giştî ya demokratîk dikin ku li hember darvekirinan bêdeng nemînin, xwedî li pêşengên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ derkevin.”

Koordînasyona KJK’ê derbarê biryara darvekirinê ku cara duyemîn ji aliyê rejîma Îranê ve derbarê siyasetmedara Kurd Werîşe Muradî de daye, daxuyaniya nivîskî da.

KJK’ê pêkanînên rejîma Îranê şermezar kirin û diyarkirin ku jinan bi têkoşîna azadî û piştevaniyê re, polîtîkayên darvekirinê vala derxînin û destnîşan kir ku jinan bi rêxistinbûna xwe ya di her qadê de bibin xwedî gotin û maf.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse