9 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

Komîsyona Jîngehê ya KNK’ê diyar kir ku dewleta Tirk bi talankirina xwezayê re peymanên navneteweyî binpê dike û ji bo gaveke lezgîn û cidî bang kir.

Komîsyona Jîngehê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di daxuyaniyekê de ji bo raya giştî, gelê nîştimanperwer ê Kurdistanê û jîngehparêzan, hişyariyeke tund li ser wêrankariya jîngehî ya tirsnak ku ji aliyê dewleta Tirk ve li herêmên sînorî yên Başûrê Kurdistanê tê birêvebirin, da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dagirkeriya Tirk ne tenê ji bo serwet û saman sînor derbas kirine, belku bi armanc girtina daristanan, birîn û şewitandina berdewam a daran û têkdana ekolojiya Kurdistanê, hewldaneke sîstematîk ji bo jenosîda jîngehî û rûxandina nasnameya xwezayî ya herêmê dide.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Leave a Comment