HEWLÊR — Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî yekîtiya neteweyî û parastina statuya Herêma Kurdistanê (Başûr) daxuyanî da û bang li hemû hêzên siyasî kir ku demildest vegerin ser maseya diyalogê.
- Divê PDK, YNK û hemû hêzên siyasî demildest bi ruhê berpirsiyarî û disoziyê vegerin ser maseya diyalogeke berfireh.
- Berdewamiya nakokiyên siyasî û kûrbûna derzên navbera saziyên herêmê, destkeftiyên destûrî dixe bin metirsiyeke xeternak.
- KNK’ê piştî hilbijartinên Cotmeha 2024an li ser pêwîstiya aktîfkirina parlementoyê û pêkanîna hikûmetek bihêz tekez kiriye.
Rewşa Hestiyar û Metirsiya Li Ser Destkeftiyan
Herêma Kurdistanê niha ber bi qonaxek hestiyar û aloz ve diçe. Berdewamiya nakokiyên siyasî û kûrbûna derzên di navbera saziyên rêveberiya Herêma Kurdistanê de rasterast bandor li ser aştî, parastina destkeftiyên destûrî û jiyana gelê Kurdistanê kiriye. Ev rewşa nexwestî, berjewendiyên bilind ên neteweya me dixe bin metirsiyeke xeternak û mezin. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji destpêkê ve weke sîwanek Niştimanî – Neteweyî bi berdewamî xebitiye da ku diyalog û lihevkirin bibe alavê çareserkirina nakokiyên navxweyî. Baweriya me ewe ku berjewendiyên bilind ên welat û gelê me, xala herî giring a berpirsiyariya neteweyî û niştimanî ye û pêwîste li jora her berjeweydîyeke hizbî ya hemû aliyan be.
Helwesta KNK’ê ya Piştî Hilbijartinên Cotmeha 2024’an
Piştî hilbijartinên dewreya şeşemîn ên Parlementoya Herêma Kurdistanê di Cotmeha 2024’an de, KNK’ê bi hemû daxuyanî û bi rêya şandeyên fermî ev daxwaz ji hemû aliyan kiriye û li ser pêwîstiya lezgîn a aktîfkirina parlementoyê û pêkanîna hikûmetek bihêz tekez kiriye. Her wiha di hevdîtin û civînan de xetereyên demdirêj ên berdewamiya rewşa siyasî ya xitimî analîz kiriye û amadebûna KNK’ê ji bo navbeynkariyê û aramiyê helwesta xwe diyar kiriye.
Pêşeroja Bûyeran
Di vê mijarê de, ji bo parastina asayîşa neteweyî û aramiya herêmê, KNK vê banga lezgîn dike ku rêveberiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û aliyên peywendîdar gavên pêwîst bavêjin.
Çavkanî: ANF Kurmancî