12 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

Koma muzîkê ya BaBa Zula: Em bi aştiyê re ne, divê desthilatdarî gavê biavêje

Endamên koma muzîkê ya BaBa Zula: “Ji Anatolî heta bi Mezopotamyayê bi hezaran mirovên me mirin. Em kêfxweş in ji ber ku kes namirin, lê belê edalet nebe aştî jî nabe.”

Hunermend bi rêya ANF’ê bi dewamî peyamên aştiyê didin. Ji koma muzîkê ya BaBa Zula Murtal Ertel, Esma Ertel û Leven Akman bersiv da pirsên ANF’ê.

Endamên komê diyar kirin ku BaBa Zula hewl dide xwedî li mîrataeya pir zimanî, pir çandî ya Anatoliyê, Mezopotamyayê û Stenbolê derkeve û got, “Em xwarina vê erdnîgariyê dixwin û li muzîkên wê guhdarî dikin. Hewl didin vê yekê bi durustî ragihînin. Bêguman em li muzîka cîhanê jî vekirî ne, lê belê… Yanî ji bo me ya girîng muzîka li erdnîgariya me ye. Ya rast Stenbol mînaka herî bedew a vê yekê ye. Ji ber ku cihekî welê ye ku Asya û Ewropayê digihîne hev, Anatoliyê hembêz dike lê di heman demê de Balkanan, Yewnanistanê, Derya Spî û Tirkiyeyê digihîne hev. Ev der ji bo me hîn balkêş e. Yanî mînak dema mirov bala xwe didin ser Emerîkayê, hêzeke mezin dibîne lê belê di heman demê de dûrbûnê jî dibînin.”

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse