20 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Komisyona Jinan a KNK’ê: Rejîma Îranê wê nikaribe jinên Kurd rawestîne

Komisyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, bertek nîşanî cara duyemîn biryara darvekirinê ya li ser Werîşe Muradî û zextên li ser jinên Kurd da û bang li rejîma Îranê kir ku darvekirinan rawestîne û girtiyên siyasî berde.

Komisyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), derbarê zext û polîtîkayên darvekirinê yên rejîma Îranê li ser Kurdan daxuyaniyeke nivîskî da.

“Di rojên dawî de, ji aliyê rejîma Îranê ve gef û êrîşên li ser Kurdan zêde bûne. Darvekirina Kurd û endamên opozîsyona Îranê zêde bûne. Di her rewşê de, zordestiya li dijî  jinan berdewam dike.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse