Li wargeha penaberan a Mexmûrê bi armanca şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê meşek hate lidarxistin. Di meşê de ji bo azadiya Rêber Apo bang hate kirin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi meşeke girseyî komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo hate şermezarkirin. Meş li ber deriyê Komîteya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna hezaran kes û xwendekaran destpê kir û heta li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî dewam kir. Di meşê de wêneyên Rêber Apo û dowîzên ku komployê şermezar dikin hatin hildan. Her wiha diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, Bê Serok Jiyan Nabe,’ Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’ û ‘Apo Roja Me Ye Em Agirê Dora Wî’ hatin berzkirin.
Girse piştî ku li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî kom bû, deqeyek rêz ji bo bîranîna tevahî cangoriyên azadiyê hate girtin û piştî wê li ser navê xelkê wargehê, Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk ya Mexmûrê Hazar Nerexî daxuyanî da.
Çavkanî: ANF Kurmancî