9 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

KON-MED’ê destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mifteya çareseriya demokratîk e û ji bo çalakiyên li dijî komploya navneteweyî banga tevlîbûnê kir.

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) ji ber salvegera 28’an a komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an ku li hemberî Rêber Apo hate kirin daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di encama komployê de ya ku 9’ê Cotmehê destpê kir, di 15’ê Sibata 1999’an de Rêber Apo li Kenyayê hate girtin û radestî Tirkiyeyê hate kirin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Leave a Comment