ZURÎH — Encamnameya Konferansa Entegrasyona Demokratîk li bajarê Zurîh ê Swîsreyê hate eşkerekirin; di encamnameyê de bang hate kirin ku nasnameya Kurd were naskirin û ewlehiyên hiqûqî, xweseriya demokratîk û rêxistinbûna civakî bên xurtkirin.
- Konferans di 24’ê Cotmehê de li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bi tevlîbûna 300 delegeyan hatibû lidarxistin.
- Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku entegrasyona demokratîk li dijî asîmîlasyon û bênasnamebûnê ye.
- Geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke mînakek şênber a entegrasyona demokratîk hatin nirxandin.
Perspektîfa Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk
Komeleya Lêkolînên Civakî ya Kurd (Akademî Kurd) encamnameya Konferansa Entegrasyona Demokratîk eşkere kir. Konferas 24’ê Cotmehê li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bi tevlîbûna 300 delegeyan hatibû lidarxistin. Di encamnameya konferansê de têkildarî perspektîfa entegrasyona demokratîk a ku Rêber Apo di çarçoveya Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk de pêş xistiye, astên siyasî, civakî, hiqûqî û aborî nirxandin hatin kirin.
Şert û mercên siyasî, hiqûqî û civakî
Di encamnameyê de encamên nîqaşên 4 rûniştinan hate ragihandin û hate diyarkirin ku entegrasyona demokratîk tenê bi dawîbûna şer re sînordar nîne, divê şert û mercên siyasî, hiqûqî û civakî yên dibin sedema şer jî bên tunekirin.
Têkoşîn û muzakere ji bo çareseriya mayînde
Di beşa ewilî ya encamnameyê de hate destnîşankirin ku entegrasyona demokratîk li dijî asîmîlasyon û bênasnamebûnê ye. Hat diyarkirin ku nabe entegrasyon tenê weke pêvajoyeke yekalî bê nirxandin û hate bilêvkirin ku veguherîna demokratîk pêwîst e. Hat destnîşankirin ku eger têkoşîn û muzakere bi hev re neyên meşandin, pirsgirêka Kurd bi rengekî mayînde çareser nabe.
Pêşeroja Bûyeran
Di beşa têkildarî Rojava de geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke mînakek şênber a entegrasyona demokratîk hate nirxandin. Hat diyarkirin ku rêveberiya Rojava bi rêveberiya Şamê re pêvajoya entegrasyonê dimeşîne û li aliyekî xweseriya heyî diparêze, li aliyê din jî jinûve avakirina Sûriyeyê ya li ser bingehê demokrasiyê armanc dike.
Çavkanî: ANF Kurmancî