Konferansa Kurd a ku îsal cara 20’an li Parlamentoya Ewropayê ya li Brukselê hat lidarxistin, bi resepsiyonê destpê kir. Di resepsiyonê de hat xwestin ku Rêber Apo tavilê were berdan û PKK’ê ji lîsteya terorê bê derxistin.
20’emîn konferansa ku ji aliyê Komîsyona Hemwelatiyan a Tirkiye Ewropayê (EUTCC) ve tê organîzekirin û parêzvana mafên mirovan a Îranî ya xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî, aktîvîsta mafên mirovan Bianca Jagger û siyasetmedara Kurd Leyla Zana ya ku xwediyê Xelata Azadiya Ramanê ya Saxarov a Parlamentoya Ewropayê ye pêşengiya wê dikin bi resepsiyonê dest pê kir.
Resepsiyona ku di 14’ê Cotmehê li Parlamentoya Ewropayê hat lidarxistin de endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, Şîrîn Ebadî û parlamenterên Ewropayê yên wekî Martin Schirdewan, Andreas Schieder û Leoluca Orlando, siyasetmedar Hişyar Ozsoy û Sebahat Tuncel û ji aliyê hiqûqê ve ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê parêzer Raziye Ozturk û gelek kes beşdar bûn. Konferans wê di 15’ê Cotmehê de bi bernameyeke dagirtî berdewam bike.
Çavkanî: ANF Kurmancî