AMED — Bi pêşengiya Xwendekarên Komunalîst bi dirûşma “Bi kampusên komunbûyî re dema rêxistinbûnê ye” li Amedê konferans hate lidarxistin. Di konferansê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.
- Konferans li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê hate lidarxistin.
- Dayîkên Aştiyê, Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren û gelek xwendekar tevlî bûn.
- Konferans ji bo cangoriyên azadiyê bi rêzgirtinê dest pê kir.
Pankart û Wêneyên di Eywanê de
Bi pêşengiya Xwendekarên Komunalîst li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê bi dirûşma “Bi kampusên komunbûyî re dema rêxistinbûnê ye” konferans tê lidarxistin. Li eywana konferansê wêneyên Rêber Apo û pankartên li ser “Ji bo zaningehên komînal, niha dema jinê ye”, “Xeta jinê, xeta jiyanê”, “Em xwendekarên komunalîst li ser fikr û ramanên bendava Çubukê ne” û gelek pankartên têkildarî mijarê hatin daliqandin. Dayîkên Aştiyê, Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren û ciwanên xwendekar yên li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatibûn tevlî konferansê bûn.
Destpêka Konferansê û Axaftin
Konferans ji bo cangoriyên azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtin û xwendina siruda “Çerxa Şoreşê” dest pê kir. Ciwanan dem dem dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin”, “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Li ser navê xwendekarên Komunalîst Hasan Karsû dest bi axaftinê kir, piştre aktîvîsta TJA’yê Nesrîn Akkgonul axivî. Piştî axaftinan sînevizyon hat nişandan û peyamên ku ji konfernansê re hatibû şandin hatin xwendin. Konferans piştre ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
Pêşeroja Bûyeran
Hasan Karsu da zanîn ku di serdemek wiha de divê ew wek xwendekarên komunal xwe bi rêxistin bikin û civakek komunal bidin avakirin û ev tişt got: “Di serdemek wiha serdestiya mêr û kujerê kastîk de divê em êdî xwe bi komunalîzmê rêxistin bikin û derfetê nedin pergala kapîtal. Li ser vê yekê armanca me ya hatina cem hev…
Çavkanî: ANF Kurmancî