Koordînasyona Kongra Star diyar kir ku êrişên li ser sembolên gelê Kurd, şehîdan û pêşengên jin ên li Hesekê ji bo rakirina li ber hev a gelên Kurd û Ereb têne kirin.
Koordînasyona Kongra Star li ser provokasyonên dema dawî yên li Hesekê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Provokasyonên ku di demên dawî de li Hesekê rû didin, hewldanên wan hêzan e ku dixwazin gelên Kurd û Ereb derxînin pêşberî hev û şer û dijminatiya di navbera gelan de kûr bikin. Bi taybetî piştî ketina komên çete yên ku ji cihên weke Serêkaniyê, Dêrazor û Şedadê anîne Hesekê, êrîşên tirsonek û nemerdane yên li dijî nirx, sembol, şehîd û pêşengên gelê Kurd, bi taybetî jî pêşengên jin, zêde bûne. Ev êrîş perçeyek ji polîtîkayên provokator ên wan hêzan e ku dixwazin di navbera gelan de pevçûnê derxînin û bi zorê şerekî Kurd-Ereb bidin destpêkirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî