Kongra Star, PYD û Tevgera Ciwanên Şoreşger êrişên li ser sembolên Kurd û nirxên şehîdan, her wiha êrişa li ser buroya PYD’ê ya li taxa Xiwêranê ya Hesekê şermezar kirin.
Nerazîbûna li dijî êrişa li ser nirxên şehîdan û sembolên Kurdî li taxa Xwêyran a bajarê Hesekê dewam dikin.
QAMIŞLO: Kongreya Star li bajarê Qamişlo bi daxuniyekê ku ji hêla mamosteya zimanê Kurdî Rojîn Mihemed Mûsa û ji hêla endama Kongreyê Ronaz Îbrahîm ve bi zimanê Erebî li ber navenda xwe ya li Qamişlo hat xwendin, xerabkirina wêneyên şehîdan û sembolên Kurdî li taxa Xwêyran şermezar kir û ew kiryar wekî bêrêziya li hest, rûmet û sembolên neteweyî yên gelê Kurd bi nav kir.
Çavkanî: ANF Kurmancî