DIHOK — Rewşa giştî ya li parêzgeha Dihokê roj bi roj ber bi alozî û nehevsengiyeke kûrtir ve diçe û pirsgirêkên nayên çareserkirin bûne gefeke rasteqîn a li ser aramî û ewlehiya civakî.
- Bêkariya bêhempa, xizaniya giran û neheqiya civakî li Dihokê jîngeheke ne ewle ji bo welatiyan ava dike.
- Tenê di hefteya borî de li bajêr 4 şerên metirsîdar qewimîn, zêdetirî 10 kes birîndar bûn û kesek hat kuştin.
- Hêzên ewlehiyê di nava hefteyekê de zêdetirî 14 kes bi sedema tevlêbûna şer û aloziyan girtin.
Kûrûbûna Krîza Aborî û Bandora Wê ya Derûnî
Rewşa giştî ya li parêzgeha Dihokê roj bi roj ber bi alozî û nehevsengiyeke kûrtir ve diçe. Pirsgirêkên nayên çareserkirin bûne gefeke rasteqîn a li ser aramî û ewlehiya civakî. Bêkariya bêhempa, xizaniya giran û bêpar, neheqiya civakî û cudahiyên mezin ên çînî, faktorên sereke jîngehek ne aram û ne ewle ji bo welatiyan ava dike ne. Ev rewşa aborî ya dijwar hişt ku her ferdek civakê di warê derûnî de bikeve nava rewşeke nearam. Pirsgirêkên herî biçûk ên civakî yan jî devkî zûtir vediguherin tundî û şerekî xwînrijî.
Di Hefteya Borî de Bûyerên Tundiyê Zêde Bûn
Tenê di hefteya borî de, kolan û taxên Dihokê bûn qada rêze tundiyên yek li dû yek û dehan kes bûn qurbanî. Li gorî lêkolênên xwecihî gihiştin destê Rojnewsê, di wê demê kurt de li bajêr 4 şerên metirsîdar qewimîn ku têde zêdetirî 10 kes birîndar bûn û kesek hat kuştin û hêzên ewlehiyê zêdetirî 14 kes girtin. Destpêkê li Taxa Koçera di navbera çend ciwanan de şer çêbû û di encamê de 5 kes birîndar bûn û piştre polîsan ji ber bûyerê 3 kes girtin. Piştre jî li Taxa Nizarkê û şeva 21’ê Cotmehê kesek hate kuştin, 29’ê Cotmehê li kolana Barzanê di encama nîqaşa di navbera 2 kesan de, kesek birîndar bû. Di bûyera her dawî 30’ê Cotmehê li Taxa KRO li nava xwaringehekê di nava çend kesan de şerek giran pêk hat. Di vî şerî de 3 kes birîndar bû û polîsên Dihokê ragihand ku keske li ser wî şerî hatiye girtin.
Pêşeroja Bûyeran
Ji bo balê bikişînin ser sedemên bingehîn ên vê rewşa metirsîdar, sosyolog û aktîvîstên sivîl ên li Dihokê destnîşan dikin ku bêçaresermirina krîzên aborî û civakî dê bibe sedema kûrbûna bêtir a aloziyan.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî