Siyasetmedarê Swîsreyî Franco Cavalli anî ziman ku lawaziya siyasî û îdeolojîk a çepgiriyê sedemeke girîng a bilindbûna rastgiriyê ya li Ewropayê ye û got, “Dema ku çep nikare bersivê bide pirsgirêkên gel, mirov berê xwe didin rastgiriya tund.”
Li Ewropayê bilindbûna tevgerên rastgiriya tund û nijadperestiyê fikarên li ser paşeroja siyasî ya parzemînê zêde dikin. Li Elmanyayê xurtbûna AfD’ê, li Fransayê zêdebûna bandora siyasî ya rastgiriya tund û li Îtalyayê polîtîkayên hikumeta Giorgia Meloni nîqaşên li ser paşeroja Ewropayê careke din xist rojevê. Siyasetmedarê Swîsreyî û doktor Franco Cavallî mijar ji ANF’ê re nirxand.
Franco Cavalli anî ziman ku bûyerên niha diqewimin û faşîzma beriya sed salî gelekî dişibin hev û got, “Ev rewş li gorî welatan tê guhertin. Lê belê eger mirov faşîzmê weke îdeolojiyeke ku xwe dispêre nijadperestiyê, nifûsa neteweyî teqez dide pêş û dixwaze dewleteke otorîter ava bike pênase bike, hingî ji aliyê pîvanên esasî ve gelekî dişibe hev.
Çavkanî: ANF Kurmancî