Kurdistanî û dostên wan di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de li çar aliyê Ewropayê daketin qadan û azadiya fizîkî ya Rêber Apo xwestin. Çalakvanan bang li dewletên Ewropayê kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
Bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan bi meş, mîtîng û xebatên agahdarkirinê komploya navneteweyî şermezar kirin û azadiya Rêber Apo xwestin.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê meşeke girseyî û daxuyanî hat dayîn. Kurdistanî û dostên wan ên li ber Îstasyona Trenê ya Navendî ya Dusseldorfê (Hauptbahnhof) hatin cem hev, dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Çalakvanan pankart û dowîzên ku daxwaza azadiyê dikin û wêneyên Rêber Apo hildan.
Çavkanî: ANF Kurmancî