Bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo, li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat kirin.
Salvegera 28’emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, ku di 9ê Cotmeha 1998’an de destpêkiribû, bi çalakiyên cûrbecûr hat şermezarkirin.
Li navçeya Ceyhan a Edeneyê, li ber avahiya DEM Partiyê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di çalakiyê de pankarta “Ji komployê re na, ji Birêz Ocalan re azadî” hat vekirin. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê yê Ceyhanê Tahir Ozdemîr ve hat xwendin. Ozdemîr diyar kir ku ji bo pêşveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, divê şert û mercên xebatê yên azad ji bo Rêber Apo bên avakirin û nasnameya gelê Kurd bi destûrî de were mîsogerkirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî