18 Ekim 2026, Pazar
Nûçe

Li Belçîkayê protesto: Li Brukselê wesayit hatin şewitandin, li Liege 45 kes hatin

Piştî xwepêşandanên şermezarkirinê yên 17’ê Cotmehê yên li Fransayê, li Belçîkayê jî bi hezaran kes daketin qadan. Li Brukselê wesayit hatin şewitandin, li Liegeyê 45 kes hatin binçavkirin.

Li Belçîkayê, di 17’ê Cotmehê de li bajarên Bruksel û Liegeyê xwepêşandanên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Di xwepêşandanan de ku bi giranî ciwan tevlî bûn, polîtîkayên teserûfê yên giran, reformên perwerdeyê, bihabûn û newekheviya civakî hate şermezarkirin.

Li Brukselê bi sedan kes sibeha Şemiyê ji Stasyona Navendî ber bi Stasyona Başûr ve meşiyan. Di xwepêşandanê de ku li gel ciwanan mamoste û aktîvîstên sendîkayê jî tevlî bûn, dirûşmên antî faşîst hatin qîrîn, polîtîkayên hikumeta federal hatin şermezarkirin û piştgiçrî ji gelê Fîlîstînê re hate dayin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse