25 Ekim 2026, Pazar
Nûçe

Li ber sîber û sira navên nemir, ji nû ve ji dayîkbûn

📰 KAPSAMLI RAPOR

FARQÎN KARA — Di dîroka mirovahiyê de nav, nîşaneya yekem a hebûnê ye. Mirov bi navê xwe tê naskirin, tê bangkirin û di gewrehiya civakê de cih digire. Lê belê, di nava Tevgera Azadiya Kurd de nav, ji bêjeyeke asayî ya ferhengan derbas dibe; vediguhere felsefeya jiyanê, dibe îlana serhildanê û pira herî qewîm a di navbera mirin û nemiriyê de.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Di dîroka mirovahiyê de nav nîşaneya yekem a hebûnê ye û mirov bi navê xwe tê naskirin.
  • Di nava Tevgera Azadiya Kurd de nav vediguhere felsefeya jiyanê û îlana serhildanê.
  • Hildana navekî nû ronesanseke rûhî û mîstîk e ku mirov ji nû ve di şeklê azadiyê de ava dike.

Wateya Nav di Nava Tevgera Azadiyê de

Di bin sîbera vê çandê de navrakirin an jî hildana navekî nû, ne tenê guhertina nasnameyeke fermî ye; ronesanseke rûhî û mîstîke ku mirov ji nû ve di şeklê azadiyê de ava dike. Dema ciwanek Kurd berê xwe dide çiyayên azad an qadên têkoşînê, yekemîn gava ku diaveje, hildana navekî nû ye. Ew navê ku di pelên sar û fermî yên dewletê de hatiye nivîsandin li pey xwe dihêle. Ji ber ku ew nav, parçeyek ji pergala heyî ye. Ew nav li ser axeke bindest, di bin sîbera asîmîlasyon, zext û tirsê de hatiye dayîn.

Têkbirina Sîstema Serdest bi Navê Nû

Sîstema modernîteya kapîtalîst û feodalîzmê, bi wî navî sînoran dikişîne derdora rûhê mirov; wî wekî milkê malbatekê, eşîrekê an jî dewletekê pênase dike. Navê ku sîstema baviksalar daye te, mîna cilekî tenge ku tu carî li bejna rûhê te nayê. Hildana navê nû, qutbûneke radîkal a ji van hemû paşxaneyên çînî, zayendî û herêmî ye. Şoreşger bi navê xwe yê nû re radigihîne: “Ez êdî ne ew mirovê bindestim ku we sînorên wî xêz kirine. Ez xwediyê vîna xwe me.” Ev gav, kêliya ku mirov kefenê pergala heyî diçirîne û ji bo jiyaneke nû, navekî ku bêhna azadiyê jê tê li singê xwe dixe.

Pêşeroja Bûyeran

Ev hilbijartin, bi taybetî ji bo jinê, tolhildana herî mezin a dîrokî ye ku li dijî pergala serdest tê dayîn.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse