Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê da û jê re ragihand ku biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya têkildarî Rêber Apo zêdeyî 12 sal in bi cih nayê anîn.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriyê ji Rêber Apo re dike, ji ber ku biryara binpêkirinê ya DMME’yê ji sala 2014’an û vir ve bi cih nayê anîn serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropaye da.
Di serlêdanê de hate diyarkirin ku Komîteya Wezîran heta dawiya Hezîrana 2026’an dem dabû Tirkiyeyê. Buroya Hiqûqê destnîşan kir ku derketina doza “Koma Gurban” a ji rojeva mafên mirovan an neşopandina pêvajoya çavdêriyê bi mekanîzmayên bibandor, derfetê dide ku ji rojeva Tirkiyeyê jî derkeve û ji berpirsiyariyên xwe yên peymanî û destûrî bireve û ev yek xwest: “Tirkiye di demekê de ku diviyabû ji bo cîbicîkirina biryarên DMMEyê tavilê gavan biavêje û heta dawiya Hezîrana 2026an agahî bide, tenê piştî ku Komîteyê, Koma Gurban xist rojeva 1-3yê Kanûna Pêşîn, her çend ti nûbûnekê di nav xwe de nehewîne jî planeke çalakiyê pêşkêş kiriye. Pêwîst e ev yek ji aliyê prosedura ‘çavdêriya pêşketî’ ya Komîteyê û pêvajoya şopandina cîbicîkirina biryaran ve were nirxandin.”
Çavkanî: ANF Kurmancî