Li paytexta Belçîka Brukselê di greva neteweyî de li derdora Îstasyona Midiyê di navbera bi sedan ciwan û polîsan de pevçûn derket. Di bûyerên ku kevir û fîşekên hewayî hatin avêtin de hinek wesayît zirar dîtin, wesayîtek hate şewitandin û gelek k
Li Brukselê roja Duşemê di dema greva neteweyî ya ji bo protestokirina birîna budçeya xizmetên giştî li derdora Îstasyona Midiyê gengeşî derket. Li gorî ragihandina Belgayê, piştî nîvro di navbera bi sedan ciwan û polîsan de pevçûn derketin. Di bûyeran de li dijî polîsan dirûşm hatin berzkirin, kevir û fîşekên hewayî hatin bikaranîn û li derdorê zirar pêk hat. Polîsan bi gaza îsotê mudaxele kir û hinek kes binçav kirin.
Li gorî nûçeya rojnameya Het Laatste Nieuws, li derdora îstasyonê çend wesayît zirar dîtin û wesayîtek hate şewitandin. Polîsê Bruksel-Paytext/Elsene agahî piştrast kir û ragihand ku li aliyên din ên paytextê rewş aram e.
Çavkanî: ANF Kurmancî