16 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Li Dîdîmê jinên DEM Partiyî bi jinên Elewî re civiyan

Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartin û Alîkara Hevserokê Giştî ya DEM Partiyê Yuksel Mutlu, li navçeya Dîdîmê bi jinên Elewî re civiyan. Di civînê de banga azadiya baweriyê, hevgirtina jinan û beşdarbûna pêvajoya aştiyê derketin pêş.

Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Aydinê, bi beşdarbûna Parlamentera Colemêrgê Oznur Bartin û Alîkara Hevserokê Giştî ya ji Komîsyona Gel û Baweriyan Berpirsyar Yuksel Mutlu li Navenda Çandê ya Elewî Bektaşî û Cemxaneyê ya navçeya Dîdîmê ya Aydinê bi jinên Elewî re civiyan.

Yuksel Mutlu di civînê de axivî û diyar kir ku civaka Elewî li seranserê dîrokê bi cihêkarî û zextan re rû bi rû maye û destnîşan kir ku divê azadiya baweriyê bê mîsogerkirin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse