13 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Li Dihokê di nava 5 salan de çend kes bi penceşêra memik ketine?

Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Dihokê, daneyên derbarê nexweşên penceşêra memikê de belav kir. Li gorî van daneyan, di dema pênc salên borî de, yanî ji sala 2021’an heta niha, hezar û 697 kes bi penceşêra memikê ketine û tenê di nav meha borî de jî 283 kesên nû li wê parêzgehê hatine tespîtkirin.

Hat destnîşankirin ku di sala 2010’an de tenê 29 kes bi penceşêra memikê ketibûn, lê belê ev hejmar di sala 2025’an de gihîştiye 320 kesan.

Her wiha, daneyên hemû penceşêran di nav pênc salên borî de bi vî şêwazî hatine rêzkirin: Di sala 2021’an de hezar û 16, di sala 2022’an de hezar û 434, di sala 2023’an de hezar û 180, di sala 2024’an de hezar û 303, di sala 2025’an de hezar û 552 û di nav mehên îsal (2026) de jî hezar û 404 kesên nû yên nexweşiyê hatine tomarkirin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse