Li Fransayê ji destpêka protestoyên bi pêşengiya xwendekarên lîseyê û vir ve 6 hezar û 877 kes hatin binçavkirin, ji van 21 kes hatin girtin.
Li gorî bîlançoya ku Wezareta Edaletê ya Fransayê roja Înê eşkere kir, ji kesên hatin binçavkirin der barê 2 hezar û 376 kesan lêpirsîn hate destpêkirin. Hate ragihandin ku 1.923 ji wan zarok, 453 jî mezin bû.
Hejmara kesên ku radestî meqamên edlî hatin kirin jî gihîşt 1.547 kesî. Ji van 1.239 zarok û ciwan bûn. Hate ragihandin ku 21 kes ji bo bi rengekî girtî bêne darizandin ji girtîgehê re hatin şandin. Ji van kesan 6 jê zarok in. Her wiha der barê 1.897 kesan jî biryara tedbîra edlî ya alternatîf hate dayin.
Çavkanî: ANF Kurmancî