20 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Li Fransayê li dijî ‘talankaran’ birîna alîkariya civakî di rojevê de ye

Hikumeta Fransayê xwe amade dike ku guhertinekê bike ku alîkariya civakî ya kesên ji ber bûyerên tundiyê û talankirinê yên dawiya hefteyê sûcdar hatine dîtin, bê birîn. Wezîrê Edaletê got ji ber bûyeran 121 kes hatin girtin.

Hikumeta Fransayê plan dike ku li dijî bûyerên tundî û talanê yê di dema protestoyên dawiya hefteyê de pêkanînan giran bike. Di çarçoveya giştînameyekê de ku wê di navbera Wezîrê Avahiyan Vincent Jeanbrun û Wezîrê Edaletê Gérald Darmanin de bê îmzekirin, alîkariya civakî ya ji bo kesên ku ji sûcê talankirinê hikum xwarine, wê li gorî hatineya ji sûc bi dest xistine bê hesabkirin.

Guhertin; alîkariya bêkariyê, alîkariya avahiyan, alîkariya malbatî û hatineya piştevaniya çalak (RSA) di nava xwe de dihewîne.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse