PARÎS — Li Fransayê têkildarî êrîşa sîber ku di meha Cotmehê de pergalên sarkirinê yên zêetirî 700 supermarketan hatibû hedefgirtin, derheqê komeke girêdayî Muhafizên Şoreşê yên Îranê de daxwaza girtinê ya navneteweyî hate kirin.
- Derheqê komeke girêdayî Muhafizên Şoreşê yên Îranê de daxwaza girtinê ya navneteweyî hate kirin.
- Di meha Cotmehê de pergalên sarkirinê yên zêetirî 700 supermarketan hatibûn hedefgirtin.
- Di encama êrîşan de li herî kêm 15 cîhazan şewat derketin û germahî heya 50 dereceyan bilind bû.
Dozgeriya Parîsê daxwaza girtinê ya navneteweyî kir
Li Fransayê têkildarî êrîşa sîber ku di meha Cotmehê de pergalên sarkirinê yên zêetirî 700 supermarketan hatibû hedefgirtin, derheqê komeke girêdayî Muhafizên Şoreşê yên Îranê de daxwaza girtinê ya navneteweyî hate kirin. Dozgerê Parîsê Laure Beccuau di 9’ê Mijdarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku di çarçoveya lêpirsîna êrîşên ku pergalên sarkirinê yên markayên Danfoss û Dixell hedef girtine de daxwaz hatiye kirin ku derheqê gumanbarên Îranî de biryara girtinê ya navneteweyî hatiye kirin. Êrîşên ku şevên 11-12 û 12-13’ê Cotmehê hatin kirin, bandor li zêdetirî 700 marketan kir. Hate ragihandin ku lêpirsîn derheqê serokê yekîneya êrîşa sîber Shahid Kaveh, du alîkarên wî û kesên din ên wê nasnameyên wan werin eşkerekirin de tê birêvebirin. Laure Beccuau anî ziman ku lêpirsîn li gel piştevaniya yekîneyên pispor ên dewletê tê birêvebirin û got ku di êrîşan de rêbazên aîdî yekîneya berbehs hatine tespîtkirin.
Germahiya sarincan heya 50 dereceyan bilind bû
Di êrîşan de sarincên supermarketan li gel nivîsbarên ku ji dûr ve tên kontrolkirin, hatin hedefgirtin. Hate ragihandin ku korsanan destwerdana pergala helandina qeşaya cîhazan kiriye û hewl dane germahiya cîhazan zêde bikin. Hate destnîşankirin ku di hin cîhazan de germahî heya 50 dereceyan bilind bûye. Li gorî rapora Navenda Koordînasyona Krîza Sîber a Fransayê (C4), herî kêm 15 bûyer bûne sedem ku şewat derkevin.
Pêşeroja Bûyeran
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Barrot diyar kir ku êrîşên berbehs li hemberî berjewendiyên welêt destwerdanên cidî ne û da zanîn ku li dijî berpirsiyaran wê li seranserê Ewropayê pêkanîn werin sepandin.
Çavkanî: ANF Kurmancî