1 Kasım 2026, Pazar
Nûçe

Li Fransayê xwendekarên amadeyî banga boykotê kir

📰 KAPSAMLI RAPOR

NAVENDA NÛÇEYAN — Li Fransayê xwepêşandanên bi pêşengtiya ciwanan dewam dikin û Rêxistina Amadeyî bang kir ku ji roja Duşemê û şûn ve amadeyî bên blokekirin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Hikûmetê tedbîrên li hemberî daxwazên ciwanan ragihandî ku ev ji bo rawestandina protestoyan têrker nebûn.
  • Serokê Rêxistina Amadeyiyan Pierre Sourzat ragihand ku ji roja Duşemê û şûn ve wê li amadeyiyan boykot destpê bikin.
  • Li seranserî welêt bi sed hezaran ciwan û xwendekar tevlî xwepêşandan û çalakiyên boykotê bûn.

Amadeyî û zanîngeh tên blokekirin

Li Fransayê tedbîrên ku hikûmetê li hemberî daxwazên ciwanan ragihandî, ji bo rawestandina protestoyan têrker nebûn. Serokê Rêxistina Amadeyiyan Pierre Sourzat daxuyanî da û ragihand ku ji roja Duşemê û şûn ve wê li amadeyiyan boykot destpê bikin. Sourzat ji radyoya RMC’ê re axivî û diyar kir ku piştî betlaneya 15 rojî wê çalakî jinûve destpê bikin. Sourzat polîtîkayên hikûmetê rexne kirin. Sourzat ragihand ku hin amadeyiyan wê ji roja Duşemê û şûn ve bên blokekirin û îfade kir ku ew destekê didin çalakvanan. Sendîkaya Xwendekarên Amadeyî (USL) û Yekitiya Xwendekaran jî roja Şemiyê bang kir ku di navbera 3 û 5’ê Mijdarê de amadeyî û zanîngeh bên boykotkirin. Ji bo 5’ê Mijdarê her wiha sendîkayan banga greva giştî kir.

Bersiva Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî roja Pêncşemê daxuyanî da û diyar kir ku daxwazên ciwanan tên guhdarkirin. Macron xwestibû ku ders di hawireke sakîn de jinûve destvpê bikin.

Hejmara beşdarên xwepêşandanan

Wezareta Karên Hundir ragihand ku li seranserî Fransayê 320 hezar kes tevlî xwepêşandanan bûn û ji van 70 hezar kes li Parîsê ne. Sendîkayên ciwanan jî bilêv kir ku hejmara beşdaran nêzî 500 hezar bûye, li Parîsê 200 hezar kes derketine kolanan. Li Bordeauxê jî li gorî polîsan 11 hezar kes, li gorî sendîkayan jî 70 hezar kes beşdarî xwepêşandanan bûn.

Pêşeroja Bûyeran

Li gorî daneyên Parastî, tevgera xwendekar û ciwanan a li Fransayê her ku diçe berfireh dibe û tevahiya welêt digire nava xwe.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse