13 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Li Fransayê xwendekarên lîseyê car din daketin qadan

Li Fransayê xwendekarên lîseyê li dijî nebesiya çavkaniya perwerdeyê, kêmbûna mamosteyan û sîstema Parcoursup li seranserî welêt protestoyên nû lidar dixin.

Çalakiyên xwendekaran ên ku di navîna Îlonê de li herêma Parîsê destpê kirin, li seranserî welêt belav bûn. Xwendekar daxwaz dikin ku budçeya perwerdeyê were zêdekirin, zêdehiya di bernameyên dersan de were kêmkirin, li şûna mamosteyên nehatine tayînkirin yên nû bên wezîfedarkirin û avahiyên dibistanan bên başkirin.

Yekîtiya Sendîkayên Xwendekarên Lîseyê di qonaxa 5’an a çalakiyên xwe de daxwaza xwe dubare kir ku sîstema bicihkirina zanîngehê ya Parcoursup were rakirin û ji bo lîseyan planeke razemeniyê ya 10 milyar euro were amadekirin. Xwendekar her wiha armanc dikin ku bi protestoyên roja şemiyê ya li dijî buhabûna jiyanê, têkoşîneke hevpar bimeşînin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse