Li Fransayê, protestoyên xwendekarên lîseyê ku ji meha Îlonê û vir ve dewam dikin, dikeve hefteyeke nû. Ji bo grev û xwepêşandanên berfireh ên roja Sêşemê banga tevlîbûnê hate kirin.
Li Fransayê, xwepêşandanên şermezarkirinê yên li dijî polîtîkayên perwerdeyê dewam dikin ku xwendekarên lîseyê dan destpêkirin. Çalakiyan ji roja Duşemê û pê ve dîsa destpê kirin. Tê gotin, li gelek bajaran çalakiyên blokajê li lîseyan hene.
Sendîkayên xwendekaran û sendîkayên li qada hîndekariya bilind û perwerdeyê ji bo grev û xwepêşandanên li seranserê welêt ên 13’ê Cotmehê roja Sêşemê bang kirin. Di serî de Parîs, Marsîlya û Poîtiersê tê payin ku li gelek bajaran piştî nîvro çalakî werin lidarxistin.
Çavkanî: ANF Kurmancî