25 Ekim 2026, Pazar
Nûçe

Li girtîgehan divê li gorî ruhê pêvajoyê gav bên avêtin

📰 KAPSAMLI RAPOR

RIHA — Parêzer Serdar Tum diyar kir ku li girtîgehên Riha û Sêweregê tehliye tên astengkirin, girtiyên nexweş nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê û gelek binpêkirinên mafan diqewimin û got, li girtîgehan divê li gorî ruhê pêvajoyê gav bên avêtin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Li girtîgehên Riha û Sêweregê bi biryarên Desteya Îdare û Çavdêriyê (ÎGK) tehliyeya girtiyan tê astengkirin.
  • Endamê Komîsyona Girtîgehan a Rihayê ya OHD’ê parêzer Serdar Tum ragihand ku mafê berdana bi şert a 5 girtiyan tê astengkirin.
  • Girtiyên nexweş nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê û şert û mercên girtîgehan rê li ber binpêkirinên giran vedikin.

Binpêkirinên Mafan û Astengkirina Tehliyan Didomin

Li Girtîgehan binpêkirinên mafan didomin. Ji ber biryarên Desteya Îdare û Çavdêriyê (ÎGK) tehliyeya gelek girtiyan tê astengkirin. Girtiyên ku mafên wan ên hiqûqî û mirovî tên astengkirin nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristî, peywendî û hîjyenê.

Endamê Komîsyona Girtîgehan a Rihayê ya Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) parêzer Serdar Tum têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tîpa T a Hejmar 2 a Rihayê û Tîpa T a Hejmar 2 a Sêweregê ji ajansa me re nirxandin kir. Tum diyar kir ku ji ber biryarên ÎGK’ê mafê berdana bi şert a 5 girtiyan tê astengkirin. Tum îfade kir ku bi taybetî girtiyên nexweş nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê û şert û mercên girtîgehan rê li ber gelek binpêkirinên mafan vekiriye.

‘5 Girtî Ji Ber Hinceta Desteya Çavdêriyê Nayên Tehliyekirin’

Tum diyar kir ku tehliyeya girtiyan ji ber hincetên heman tê astengkirin û got, hîn jî poşmantî li girtiyan tê ferzkirin. Tum destnîşan kir ku di biryarên Desteya Îdare û Çavdêriyê de îfadeyên heman tên karanîn û ev tişt got:

“Hincet heman in. Hincetên giştî; PKK weke rêxistina terorê binav nekirin, ji ber sûc poşmantî çênebûye, ne amade ye ku bi civakê re bibe yek û guman heye dibe car din sûc bike. Ji ber van hincetan berdana bi şert û merc tê astengkirin. Li dijî biryarên hatine dayîn em serlêdanê dikin û ît”

Pêşeroja Bûyeran

Parêzer Serdar Tum bang kir ku divê demildest dawî li van binpêkirinên mafan bê anîn û li girtîgehan li gorî ruhê pêvajoyê gav bên avêtin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse