ŞENGAL / ROJNEWS — Li gundê Girzerîk ê ser bi bajarokê Tilizêr ve gorek ku tê texmînkirin a ji dema fermana 2014’an ve ye hate dîtin, di nav gorê de jî nasnameya kesekî bi navê Ahmed Hisên Şemo derket.
- Li gundê Girzerîk ê ser bi bajarokê Tilizêr duh êvarî gundiyan li nêzî gundê xwe gorek dîtin.
- Di nava cilan de ku li gel hestiyan di gorê de bûn, nasnameya Ahmed Hisên Şemo hate dîtin.
- Malbata Ahmed Hisên Şemo û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê û xelkê gund li benda vekirina gorê ye.
Nasnameya Ahmed Hisên Şemo hate dîtin
Duh êvarî gundiyên gundê Girzerîk ê ser bi bajarokê Tilizêr li nêzî gundê xwe gorek dîtin. Di nav gora ku welatiyan dît de, cil û hestî hebûn. Li gorî agahiyan di nava cilan de nasnameya Ahmed Hisên Şemo hatiye dîtin. Lê nayê zanîn ku tenê cenazeyê Ahmed Hisên di wê gorê de ye, yan jî ew gorekî komî ye. Ahmed Hisên Şemo ku ji gundê Girzerîka ser bi bajarokê Tilizêrê ye, ji roja destpêka fermana 2014’an heta niha tu agahî jê nayê girtin.
Tîma tiba edlî ya Mûsilê wê lêkolînê bike
Pîştî bihîstina dîtina gorê, malbata Ahmed Hisên Şemo û hêzên ewlehiyê çûn cihê gorê. Niha xelkê gund li benda vekirina gorê ye. Tê gotin ku wê ji tiba edlî ya Mûsilê tîmek pispor serdana cihê gorê bike û lêkolînan bidin destpêkirin.
Fermana 2014’an û gorên komî yên li Şengalê
Hêjayî gotinê ye ku çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrişî Şengalê kiribûn, bi hezaran kes qetilkiribûn û bi hezaran jî dîl girtibûn. Kesên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn qetilkirin bi komî xistibûn bin axê de. Heya niha li Şengalê gelek gorên komî hatine dîtin û vekirin, lê belê li Şengalê hîn gelek gor hene ku nehatine vekirin.
Pêşeroja Bûyeran
Welatî û malbatên ku li şopa windayên xwe ne, li benda destpêkirina lêkolînên fermî û vekirina vê gora nû ya li Girzerîkê ne ku ji dema fermanê ve maye.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî