Li gundewarên Hemayê 3 endamên Ewlehiya Rêyan di êrişa çekdarên nenas de hatin kuştin. Li gundê Cisir El Meksûr ê bakurê Idlibê cenazeyên jinekê û hevserê wê li mala wan hatin dîtin.
Hate ragihandin ku 3 endamên Ewlehiya Rêyan di êrişa çekdarên nenas de li gundewarê Hemayê hatin kuştin. Li gorî agahiyan, êriş li ser rêya Selemiyê-Asreya pêk hat.
Çavkaniyên xwecih ji dezgehên çapemeniyê re gotin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî êrişê seferbr bûne û lêkolîn dane destpêkirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî