9 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn

Li nêzî çerxerêya Sînaayê ya bajarê Hesekê 3 welatî di encama gulebaranê de birîndar bûn.

Li bajarê Hesekê  3 welatî di êrişa çekdaran de birîndar bûn. Li gorî agahiyan her sê welatî dema ku bi erebeyê di çerxerêya Sînaayê re derbas dibûn hatin gulebarankirin û birîndarkirin. Birîndar rakirin nexweşxaneya Reca.

Li bajarê Hesekê milkên giştî û taybet hatin xirabkirin û destdirêjî li sembolên kurdî hat kirin, her wiha xwepêşandan ji taxa Xiwêran dest pê kir.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Leave a Comment