Li bajarê Humsê yê Sûriyeyê di encama êrişek çekdarî de 3 kes hatin kuştin.
Hate ragihandin ku li taxa Muhacirîn a bajarê Humsê di encama êrişekê de 3 kes hatin kuştin.
Li gorî agahiyan, kesê bi navê Xalid El Ewad ê ji eşîra Benî Xalid li nêzî eywana Etiye El Mûsa gule li kesên di erebeyekê de reşandin û ber bi rêya Zeydel ve reviyan.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî