NAVENDA NÛÇEYAN — Li gorî rapora rojnameya Şerq a Îranî, ji ber krîza aborî û bêkariyê, hejmarek zêde ya jinan li cihên kar rûbirûyî daxwazên nexwestî, tacîza zimanî û destdirêjiya zayendî tên.
- Krîza aborî, enflasyon û atmosfera ne tendurist a cihên kar li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jinên kedkar xistiye bin zexteke giran de.
- Di qanûna kar a Îranê de tu xal an pênaseyek zelal ji bo ‘tacîza zayendî ya li cihê kar’ tune ye.
- Parêzer û pisporên mafên jinan tekez dikin ku nebûna rêyên taybet ji bo gilîkirinê astengiyên sereke ne.
Bandora Krîza Aborî û Rewşa Jinan a li Cihên Kar
Rojnameya Şerq a Îranî derbarê bandora krîza aborî ya li ser jinan û rewşa jinan ya li cihên kar de raporek belav kir. Li gorî rapora hatî weşandin, krîzên aborî, enflasyon û atmosfera ne tendurist a cihên kar ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bûye sedem ku jinên kedkar di dema tayînkirin û li ser kar de bikevin bin zexteke giran de. Di raporê de hat gotin ku li gorî lêkolînan di pêvajoya wergirtin û hevpeyvîna kar de, carinan dibe navendek ji bo pirsên kesane û ecêb, di heman demê de di dema kar de jî hin rêveber bi rêya tacîza zimanî, peyamên derveyî dema kar û rûniştinên taybet zextê li jinan dikin.
Nebûna Pênaseya Qanûnî û Astengiyên Hiqûqî
Di raporê tê gotin ku di qanûna kar a Îranê de tu xal an pênaseyek zelal ji bo “tacîza zayendî ya li cihê kar” tune ye û jin ji bo şopandina hiqûqî û qeydkirina giliyan neçarin serî li hin tohmetên giştî yên mîna bêrêzî an gefxwarinê bidin. Parêzer û pisporên mafên jinan tekez dikin ku nebûna rêyên taybet ji bo gilîkirinê, zehmetiya îspatkirina bi belgeyan û her wiha girêdayîbûna aborî ya kedkaran bi xwediyê kar re, astengiyên sereke ne li ber parastina mafên jinan û rûbirûbûna vê tundûtûjiya sîstematîk û aborî.
Pêşeroja Bûyeran
‘Reformên di Wezareta Karê Hindir de aloziyên nû bi xwe re tîne’, ‘Li Iraqê di bazara giştî û kerta taybet de keda jinan tê xwarin’ û KJAR’ê hişyarî da: Çarenûsa du endamên…
Çavkanî: Rojnews Kurmancî