27 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Li Îranê di 20 rojan de herî kêm 87 kes hatine darvekirin

🔴 FLAŞ HABER

NAVENDA NÛÇEYAN — Kampanya “Sêşemên Na ji Darvekirinê re” ku li girtîgehên li Îranê li dijî darvekirinê tê meşandin, ragihand ku di nava 20 rojên dawî de 7 jê girtiyên siyasî, 2 jê jin herî kêm 87 kes hatine darvekirin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Di nava 20 rojên dawî de herî kêm 87 kes li Îranê hatine darvekirin.
  • Di nava kesên hatine darvekirin de 7 kes girtiyên siyasî û 2 kes jî jin bûn.
  • Kampanya “Sêşemên na ji darvekirinê re” di hefteya 144’emîn de li 66 girtîgehan dewam dike.

Cezayê darvekirinê di asta alarmê de ye

Kampanya “Sêşemên na ji darvekirinê re” ku li Îranê li dijî cezayê darvekirinê tê meşandin, di hefteya 144’emîn de li 66 girtîgehan dewam dike. Di daxuyaniya nivîskî ya kampanyayê de hate ragihandin ku di nava 20 rojên dawî de herî kêm 87 kes hatine darvekirin, ji bo gelek girtiyan jî cezayê darvekirinê hatiye dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku darvekirin ne tenê dawî li jiyana mirovan tîne, di heman demê de malbatan jî dixe nava şîneke kûr û ji bo tirsandina civakê tê bikaranîn. Li gorî daxuyaniyê, li Îranê bi sedan, bi hezaran girtî li ber sêdarê ne û înfaz bi rengekî cidî di asta alarmê de ye.

Bangawaziya ji bo piştevaniyê

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Dîrokê nîşan da ku ti sêdarê nekariye daxwaza azadî û wekheviyê ya di dilê mirovan de derxîne; ti zext nikare dengê lêgerîna li maf heta dawiyê bêdeng bike.” Kampanyayê bang li parêzvanên mafên mirovan, aktîvîstên sendîkayî û siyasî, malbatên li edaletê digerin û alîgirên azadiyê hate kirin ku piştevaniyê mezin bikin. Ji bo şermezarkirina biryarên darvekirinê, rawestandina înfazan û rakirina cezayê darvekirinê ya bi temamî îşaret bi girîngiya têkoşîna hevpar hate kirin.

Pêşeroja Bûyeran

Berpirsên leşkerî yên Hevpeymana Mekeyê serdana Îranê dikin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse