NAVENDA NÛÇEYAN — Kampanyaya ‘Sêşemên ji darvekirinan re na’ di hefteya 146’an de li 66 girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dike, ku bi gotinên “Makîneya darazê kuştinê didomîne” hate ragihandin di mehekê de zêdetirî 40 kes hatine darvekirin.
- Kampanyaya ‘Sêşemên ji darvekirinan re na’ kete hefteya xwe ya 146’an.
- Çalakî li 66 girtîgehên li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê tê domandin.
- Di mehekê de herî kêm 40 kes hatine darvekirin û tenê ji roja Sêşemê vir ve 15 kes hatine darvekirin.
Greva birçîbûnê û bilindbûna hejmara darvekirinan
Endamên kampanyaya ‘Sêşemên ji darvekirinan re na’ di hefteya xwe ya 146’an de li 66 girtîgehên li seranserê Îranê dest bi greva birçîbûnê kirin. Di daxuyaniya kampanyayê ya vê hefteyê de hat ragihandin ku di navbera roja 3’yê Mijdarê û 8’ê Mijdarê de 6 kes hatine darvekirin. Li gorî daxuyaniyê, di mehek de hejmara kesên hatine darvekirin ji 40’î derbas bûye û ji roja Sêşemê vir ve herî kêm 15 kes hatine darvekirin; ji vana 6 jê girtiyên siyasî bûn.
Girtiyên siyasî û welatiyên hatine darvekirin
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Roja Sêşemê, 1’ê Mijdarê, rejîma darvekirin û zextê du girtiyên serhildana meha Çileyê, Emîr Huseyîn Malekî û Emîr Huseyîn Îbrahîmî, li Îsfahanê; roja Şemiyê welatiyê Belûc Mihemed Arif Şahbakş û roja Yekşemê jî Hesen Deoband, Hemîd Kazemî û Reza Zenganeh li Kerecê darve kirin. Çend roj berê cezayê darvekirinê yê Hesen Deoband û Hemîd Kazemî, ligel eşkerekirina îşkence û darvekirinên sexte, hat ragihandin û rejîmê ew bêyî derengmayîn darve kirin.”
Çavkanî: Rojnews Kurmancî