18 Ekim 2026, Pazar
Nûçe

Li Îranê Wezîrê Parastinê yê nû Mehrdad Ahlaki dest bi wezîfeyê kir

Mehrdad Ahlaki ku ketiye ber pêkanînên Neteweyên Yekbûyî, piştî dengdana li Meclîsa Îranê ji bo Wezareta Parastinê hate tayînkirin.

Li gorî nûçeya televîzyona dewletê ya Îranê Mehrdad Ahlaki roja Yekşemê di dengdana li parlamentê de ji bo wezîfeya Wezareta Parastinê hate tayînkirin.

Wezareta ku xwedî girîngiyeke stratejîk e, şeş meh in ji aliyê generalê Artêşa Muxafizên Şoreşê Majid Ebnelreza ve bi wekaletê dihate meşandin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse