Hêzên dewleta Îranê li hemberî aktîvîstan, welatparêzan, karker û komên baweriyên cuda zexteke cidî pêk tîne. Rewşa girtiyên siyasî jî di xeteriyê de ye.
Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA bi raporekê ragihand ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, pêlek nû ya binçavkirin û zextên tund ji aliyê dewleta Îranê ve hatiye destpêkirin.
Li gorî raporê, metirsiyek ciddî li ser jiyana girtiya siyasî Atîfe Tacîk a 48 salî ku bi nexweşiya penceşêrê re têkoşîn dike û li girtîgeha Urmiyeyê tê ragirtin, heye.
Çavkanî: ANF Kurmancî