9 Kasım 2026, Pazartesi
Nûçe

Li Iraqê di bazara giştî û kerta taybet de keda jinan tê xwarin

📰 KAPSAMLI RAPOR

BAXDA — Rêxistinên jinan û rojnamevanên Iraqê bal kişandin ser rewşa jinan a kar û ragihandin ku jin di sektorên taybet de rû bi rûyê astengiyan tên û mafên wan nayên pêkanîn.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Jin di sektorên taybet de rû bi rûyê gelek astengiyan tên û mafên wan ên di bazara kar de nayên pêkanîn.
  • Seroka Saziya Necde Şebî Hena Ebas diyar kir ku di sektora taybet de cudakarî û reftarên neyînî têne dîtin.
  • Daxwaza jinan a karkirina di sektora giştî de vedigere garantiya kar, ewlehiya pîşeyî û mûçeyê diyar.

Astengiyên Li Pêşiya Jinên Karker

Çalakvan, rêxistinên jinan û rojnamevanên Iraqî di hevpeyvîna li gel ajansa me Rojnewsê de qala karê jinan li Iraqê û astengiyên qanûnî, aborî û civakî û heman demê astengiyên li pêşiya jinan kirin. Rêxistinên jinan û rojnamevanan diyar kirin ku cudahiya heyî dike ku mafê jinan bên binpêkirin.

Cudakarî û Reftarên Neyînî di Sektora Taybet de

Seroka Saziya Necde Şebî Hena Ebas diyar kir ku di çarçoveya qanûn û tedbîrên nû de, jîngeha kar a li Iraqê a ji bo jinan weke jîngeheke dadperwer xuya bike jî, lê di rastiya pratîkî de bi taybetî di sektora taybet de gelek cûreyên cudakarî û reftarên neyînî têne dîtin û ev anî ziman: ‘Pirsgirêkên herî berbiçav kêmasiya misogerkirina mafên jinên karker, neheqiya di heqdestê de, ji bilî astengiyên ku jin di bidestxistina derfetên kar de pê re rû bi rû dimînin. Lawaziya çavdêriya li ser saziyên sektora taybet ku rê li ber dizî vedike û kêmasiya di bicihanîna tedbîrên qanûnî de ne, ku dibe sedema têkçûna mafên gelek jinên karker û bêparhiştina wan ji derfetên kar ên dadperwerane.’

Pêşeroja Bûyeran

Hena Ebas destnîşan kir ku daxwaza jinan a karkirina di sektora giştî de, vedigere garantiya kar, ewlehiya pîşeyî û mûçeyê ku hatiye destnîşankirin, ji bilî zêdebûna mûçeyên ku pile ber bi jor diçe. Berevajî sektora taybet ku gelek pîşey di bin siya peymanên neheq de asayî bûne û mûçe bi barê aborî yê şîrket, kargeh û navendên bazirganiyê ve hatine girêdan.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse