5 Kasım 2026, Perşembe
Nûçe

Li Kerkûkê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin û sê kes jî birîndar bûn

📰 KAPSAMLI RAPOR

KERKÛK — Li nêzîkî gundê Daremanî yê ser bi navenda bajarê Kerkûkê ve, êrişî rafîneyek ya petrolê hate kirin, di encamê de nobedarek yê rafineyê hate kuştin û sê kes jî birîndar bûn.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Du çekdarên nenas li motosîkletê siwar, êrişî rafîneya petrolê kirin.
  • Nobedarê rafîneyê yê bi navê Rizgar Qadir hate kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn.
  • Hêzên ewlehiyê piştî bûyerê gihiştin cihê bûyerê û lêpirsîn dan destpêkirin.

Li Kerkûkê Êrişa Çekdarî

Li gorî agahiyên ji nûçegihanê me ragihandine, îro di saetên êvarê de li nêzîkî gundê Daremanî yê ser bi navenda bajarê Kerkûkê ve, du çekdarên nenas li motosîkletê siwar, êrişî rafîneya petrolê kirin û di encamê de kesek hat kuştin û sê kes jî birîndar bûn. Nûçegihanê ajansa me têkildarî nasnameya kesê ku di êrişê de hatiye kuştin wiha got; \”Di encama êrişa çekdarên nenas de, nobedarê rafîneyê yê binavê Rizgar Qadir hate kuştin û sê kesên din jî bi giranî birîndar bûne.\”

Hêzên Ewlehiyê Li Cihê Bûyerê Ne

Her wisa eşkere kir ku piştî êrişê, hêzên ewlehiyê demildest gihiştin cihê bûyerê, birîndar rakirin nexweşxaneyê, ji bo girtina êrişkaran lêpirsîn û operasyon dane destpêkirin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse