1 Kasım 2026, Pazar
Nûçe

Li Kerkûkê mirina bi guman a jinek ciwan

🔴 FLAŞ HABER

KERKÛK — Mirinên bi guman yên jinan li Başûrê Kurdistan û Iraqê dewam dikin. Li Kerkûkê di nava malekê de cenazeyê jinek ciwan bi awayekî hilawistî hat dîtin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Li taxa Eskerî ya Kerkûkê cenazeyê jineke 19 salî bi navê Hena Ehmed Hesen di mala wê de bi awayekî hilawistî hat dîtin.
  • Hat zanîn ku jina ciwan a bi guman jiyana xwe ji dest da, xwendekar bû.
  • Polîsên Kerkûkê derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê kirin.

Lêpirsîna polîsan dest pê kir

Mirinên bi guman yên jinan li Başûrê Kurdistan û Iraqê dewam dikin. Li Kerkûkê di nava malekê de cenazeyê jinek ciwan bi awayek hilawistî hat dîtin. Li gor agahiyan şeva borî li taxa Eskerî ya Kerkûkê cenazeyê jinek ciwan bi navê Hena Ehmed Hesen (19) di mala wê de hilawistî hat dîtin. Hat zanîn ku jina ciwan xwendekar bû, di derbarê bûyerê de polîsên Kerkûkê dest bi lêpirsînê kirin.

Bîlançoya 9 mehên borî

Li gor amarên ku ajansa me Rojnews komkirine, di nava 9 mehên borî de li Başûrê Kurdistanê 55 jin bûne qurbanî, ji vana 26 jê hatine qetilkirin û 29 jinên din jî bi awayek bi guman mirine.

Pêşeroja Bûyeran

Bûyer û encamên lêpirsîna polîsan a li ser mirina bi guman ya Hena Ehmed Hesen ji aliyê ajansa me ve tên şopandin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse