21 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

Li Kobanê wê ji bo 68 şehîdan merasîma bîranînê bê lidarxistin

Ji bo şehîdên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya li Kobanê kon hate vedan. Ji herêma Cizîrê jî gel ji bo tevlîbûna li bîranînê bi rê ket.

Li Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê, konê bîranîna 68 gerîlayên YJA Star û HPG’ê yên di demên cuda de şehîd bûn, hate vedan. Tê payin ku bîranîn bi rengekî girseyî pêk were.

Karwanê gel doh ji bajarê û bajarokê Til Temir, Hesekê, Zirgan, Dirbêsiyê, Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Til Koçer, Amûdê, Tirbespiyê û Çilaxa ji bo beşdariya merasîmê li Çerxerêya Qendîlê a li Til Temirê kom bû û ber bi Kobanê ve bi rê ket.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse