12 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

Li Mîçûrînskê komploya navneteweyî hate şermezarkirin

Li bajarê Mîçûrînskê yê herêma Tambov a Rûsyayê, di Mala Çandê de ji bo salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de destpê kir, civînek hate lidarxistin.

Di civînê de, nûnera tevgera jinên Kurd a li Rûsyayê Zeyneb Agrîn axivî û diyar kir ku komplo ne tenê li dijî Rêber Apo bû, lê di heman demê de li dijî hebûn, nasnameya neteweyî û xwesteka azadiyê ya gelê Kurd bû.

Agrîn destnîşan kir ku, ruxmî ku 28 sal in ku Rêber Apo di girtîgehê de ye, berxwedana gelê Kurd didome. Wê her wiha bal kişand ser helwesta Rêber Apo ya ji bo bidawîkirina şer û çareserkirina pirsa Kurd a bi rêya danûstandinên siyasî.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse